Serokê demkî yê rêvebirîya veguhestinê ya Sûrîyê Ehmed el-Şera piştî serdana Tirkîyê dixwaze têkilîyên xwe bi welatên Rojava re yên wek Fransa û Almanya jî xurt bike.
Berpirsê malpera Independent a Tirkî Nevzat Çîçek ji Dengê Amerîka re got ku armanca bingehîn ya serdana Ehmed el-Şera ya Tirkîyê û dewletên din li qada navnetewî bi dest xistina meşrûbûnekê ye.
“Di nav qada navnetewî de meşrûbûna rêvebirîya nû helbet girîng e. Ehmed el-Şera di serdanên xwe de dixwaze ku di vê qadê de têkilîyê xwe xurt bike û meşrûbûnekê pêk bîne. Dema em li hewildanên Ehmed el-Şera temaşe dikin gavên girîn davêje. Di destpêkê de serdana herêmî kir, piştre jî bi welatên wekî Tirkîye û Fransayê re têkilî danî. Peyamên erênî yên ji Rojava û hevdîtinên dîplomatîk yên ku têne kirin, dikare wek hewildaneke meşrûbûnê ya li qada navnetewî were nîrxandin.”
Di hevdîtinên dawî yên di navbera Tirkîyê û desthilatîya nû ya li Sûrîyê de, mijara pêxistina hevkarîya leşkerî û ji nû de pêkanîna makezagonê derdikeve pêş.
Hin rojnameyên nêzî hikûmeta Tirkîyê, di nûçeyên xwe de dibêjin ku Tirkîye dixwaze li Sûrîyê du bingehên leşkerî veke. Ev nûçeyan ji alîyê rayedarên Tirkîyê ve jî nehat derewandin.
Tê ragihandin ku serokê demkî yê rêvebirîya veguhestinê ya Sûrîyê Ehmed el-Şera jî di serdana xwe ya Enqerê de bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser ewlekarî, aborî û makezagona nû ya Sûrîyê rawestîye.
Çîçek anî ziman ku di pêvajoya makezagonê de bêgumanî û pirsgirêkên aborî dijwarîyeke mezin li ser rêvebirîya Ehmed el-Şera çêdike û da zanîn ku bêyî ku li Sûrîyê jîngeheke ewle pêk were, pêşketina aborî ne mimkun e û Tîrkîye jî dixwaze ku jîngeheke ewlekarîyê damezirîne.
“Pirsgirêka duyê ya mezin pêvajoya destûrî ye. Di derbarê qanûna bingehîn a nû de û di derbarê sîstema rêvebirîyê de ne zelalî heye. Aborî jî pirsgirêkeke mezin e. Heta ku li Sûrîyê jîngeheke ewle neyê avakirin, pêşketina aborî ne pêkan e. Avakirina hawirdoreke ku xelk dikare ewlehîyê hîs bike, dê bibe yek jî testên herî mezin. Di serdana Tirkîyê û welatên Rojava de jî ev yek derdikevin pêş.”
Di serdana Ehmed el-Şera ya Tirkîyê de mijareke girîng jî yektîya axa Sûrîyê bû. Tirkîye dixwaze ku Sûrîya wek dewletek Ereb were bi nav kirin. Pispor destnîşan dikin ku heke hêza Şerî mafên Durzî û Kurdan nede pêkan e li Sûrîyê hin alozî jî derkevin holê.
Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Bîlal Sambur, ji Dengê Amerîka re ragihand ku Ehmed el-Şera piştî xurtkirina erka xwe pêkane Durzî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) armanc bigire.
“Niha Ehmed el-Şera hewil dike ku ewlekarîya navxweyî ya Sûrîyê xurt bike da ku li Sûrîyê kontrolê bi temamî bike. Lê li ser HSD’ê û Durzîyan hin astengî hene. Lê li pişt HSD’ê Amerîka û Fransa hene. Civaka Durzî jî ji alîyê Îsraîlê ve tê destek kirin. Ji ber van faktorên derve, HTŞ ji bo niha şerê rasterast nîşan nade. Lê dema ku rêvebirîya Şamê û HTŞ tera xwe xurt bibin, dê bi hêza leşkerî ya HSD û Durzîyan re pêkane pozberî jî pêk werin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Ehmed el-Şera piştî hevdîtina Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser xeta telefonê li gel Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtinek çêkir.
Medya cîhanî ragihandibû ku Scholz û Macro ji Ehmed el-Şera daxwaza damezirandina demokrasîyê kiriye.