Wezîrê Berevanî yê Fransa Sebastien Lecornu îro Pêncşemê got ku ewê îstixbaratê bidin Ukrayna.
Gotina Lecornu piştî daxuyanîya Amerîka ye ku ew dibêje ewê êdî îstixbaratê nade Kîevê.
Gava Fransa di vê demê de ye ku rêberên Ewrupî îro Pêncşemê li Burkselê tevî Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser zêdekirina budçeya jibo berevanîyê û piştgirîya jibo Kîevê kom bûne.
Serokê Fransa Emmaneul Macron berî hevdîtinan got ku ewê endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) ser siberojê biryarên girîng ragihînin.
Macron dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump bi sekinandina piştgirîya jibo Ukrayna fikar çêkirine.
‘’Siberoja Ewrupa ne mecbûr e ku li Washington yan li Moskowê were dîyar kirin.’’
Trump hefteya borî li Qesira Sipî bi Zelenskyy re hevdîtineke bi nîqaş çêkiribû û wî serê vê hefteyê alîkarîya jibo Ukrayna sekinandibû.
Dîrektorê CIA John Ratcliffe do Çarşemê ser nîqaşa Trump û Zelenskyy got ku ‘’xembar’’ e.
Ratcliffe dîyar kir kir ku piştî Ukrayna ragihandiye ku ew seba danûstandinên aştîyê yên bi Rûsya re hazir e Washingtonê îstixbarata jibo Kîevê sekinandiye.
Wî got ku ew dixwazin êrîşvanîya li Ukrayna bisekine û ew hewil didin ku danûstandinên aştîyê pêşve herin.
Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Amerîka agahîyên krîtîk jî di nav de îstixbaratên girîng dan Ukrayna.
Hêjayî balkişandinê ye ku Ukrayna, Qirim jî di nav de vegerandina hemî axên xwe dike ku Rûsya niha 20 ji sedê axên wê kontrol dike û dibêje ewê wan herêman nede Kîevê.