Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Têkilîyên Tirkîyê û Amerîka Wê Çawa Be?


Piştî sondxwarina Trump, Tirkîye hêvî dike ku Amerîka sîyaseta xwe ya Rojhilata Navîn û bi taybet jî ya derheqa Sûrîyê dîyar bike.

Karbidestên Tirk radigihînin ku bila Amerîka leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişîne. Jiber vê jî, di vî warî de Tirkîyê li benda daxuyanîya Trump e.

Di sîyaseta Tirkîyê de jî dîyar dibe ku di van salên dawî de têkilîyên Tirkîyê bi Amerîka re li gor dilê Tirkîyê derbas nebûne.

Pirsa sereke ew e gelo di vê dewra Trump de pêkane ku di navbera Tirkîyê û Amerîka de têkilîyekî germ werin çêkirin.

Mijara Rojê ya Dengê Amerîka ev babet bi pisporê têkilîyên navnetewî Doç. Dr. Ekrem Onen, pisporê Rojhilata Navîn û parlamenterê berê yê AKP’ê Prof. Dr. Mazhar Bagli û nivîskar û rojnamevan Faysal Dagli re nîqaş kir.

Ekrem Onen radigîhîne ku nakokîyên di navbera Tirkîyê û Amerîka de, pêkane ku di vê demê de berdewam bikin.

“Tiştê ku Tirkîyê dike, tiştê ku Amerîka dixwaze bike bi ti awayî hev û din nagrin. Di navbera Erdogan û Trump de têkilîyekî şexsî dibe ku baş be, lê Amerîka berî her tiştî li berjewendîyên xwe temaşe dike. Her çiqas her du dewlet jî endamê NATO’yê bin, di herêmê de berjewendîyê wan dijî hev in. Jiber vê jî, ez di vê demê de pêkan nabînim ku pirsgirêkên Tirkîyê û Amerîka çareser bibin.”

Li gor Mazhar Bagli, têkilîyên Tirkîyê û Amerîka, dema ku Amerîka destêwerdan di Îraqê de kir xerab bûn. Bagli, dide zanîn ku di nav salên dawî de jî ev xerabûn berdewam dike.

“Tirkîyê û Amerîka du endamên NATO’yê ne û di navbera wan de têkilîyekî dîrokî heye. Li gor min du tiştan têkilîyên her du dewletan ber bi girjîyê ve kişand. A yekemîn ew bû ku Amerîka xwast mudexaleyî Îraqê bike lê Tirkîyê piştgirî neda. Ev jî di navbera du dewletan de wek nakokîyek ma. Ya duyemîn jî rêxistina terorê ya FETO ji hêla Amerîka ve hate parastin. Van herdû sedeman têkilîyên her du dewletan xerab kir, lê dîsa jî jibo berjewendîyên her du dewletan ez bawerim wê hin tiştên erênî pêk werin.”

Nivîskar û rojnamevan Faysal Dagli jî radigîhîne ku berjewendîyên Amerîka û Tirkîyê êdî ne di nav NATO’yê de û ne jî di herêmê de wekhev in. Dagli dide zanîn ku xeynî van jî di navbera Tirkîyê û Amerîka de gelek nakokîyên mezin hene.

“Di navbera Tirkîyê û Amerîka de 4 xalên nakok yên girîng hene. Sûrîyê û Rojava, Yunanîstan û Qibris, Filîstîn û Îsraîl û yê din jî NATO ye. Trump zêde girîngîyê nade NATO’yê û dixwaze wê lawaz bike. Di mesela Sûrîyê de Amerîka wek Tirkîyê temaşe nake, berjewendîyên Amerîka li gel Tirkîyê naguncin. Di meseleyên Yunanîstan û Qibrisê, Filîstîn û Îsraîlê de jî, kêşe berdewam dikin. Ez wisa dibînim ku peywendîyên her du dewletan di vê demê de jî wê bi girjî berdewam bikin.”

ED_01_05_2025_Trump_US_Tr
please wait

No media source currently available

0:00 0:54:20 0:00

XS
SM
MD
LG