Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Pencşemê bang li hevbendên xwe yên Rojavayî kir ku ew givaştina li ser Rûsyayê nesekinin jiber ku "terora" wê bi serê xwe neqede.
Zelenskyy ev bang piştî ku Rûsyayê êrîşek mûşekî bir ser otelekê li bajarê li Kryvyi Rig li başûrê Ukrayna û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin.
"Berîya êrîşê, dilxwazên rêxistineke mirovahî - ji Ukrayna, Amerîka û Brîtanya - çûbûn otelê. Ew sax filîtin," Zelenskyy ragihand.
Walîyê herêma Dnipropetrovskê ya berfireh Sergîy Lysak got ku di êrîşa Rûsî de 4 kes hatine kuştin û 30 jî birîndar bûne.
Ji bilî otelê, 14 avahîyên pir qatî, postexaneyek, sazîyek çandî, 12 firoşgeh û zêdetirî bîst otomobîl zarar dîtin, karbidestan got.
Hêza esmanî ya Ukrayna jî ragihand ku Rûsyayê bi du mûşek û zêdetirî 100 dronan êrîş kirîye, lên 68 dronên Rûsî hatine xistinê xwarê.
Moskowê di rojên dawî de, bombebaranên xwe zêde kirine dema ku li Washington û paytextên Rojava jibo rawestandina şerê ji sê salan zêdetir gotarên cuda yên dabeşker derketine holê.
Êrîşa dawî ya li ser herêma Dnipropetrovsk, ku hêzên Rûsî ber bi wir pêşve diçin, dikişînin, şeva Çarşemê armanca dron û mûşekên Rûsî bû.
Êrîşa ser Dnipropetrovsk pêk hat, piştî roja Çarşemê Washingtonê bi Ukrayna re parvekirina îstîxbaratê rawestand.
Serokwezîr Denys Shmygal piştî êrîşê li ser medyaya civakîpeyameke weşand û wiha got:
"Rûsya her roj nîşan dide ku ew amade ye şer bidomîne û sivîlan terorîze bike. Loma Ukrayna hewceyê garantîyên ewlehîyê yên bihêz e ku aştîyek mayînde û dadmend pêk bîne."
Kryvyi Rig nêzî 70 kîlometre li bakurê rojavayê enîya şer ya li başûrê Ukrayna ye û berîya şer şênîya wê zêdetirî 600, hezar kes bû.
Jêder: AFP