Xwepêşandan û grevên gelêrî li parêzgeha Suweyda ya başûrê Sûrîyê, ev çend roj in berdewam dikin.
Civaka Êzîdî li Efrînê ji sala 2018an de û li Serêkanîyê ji sala 2019an de, ji dema Tirkîyê her du herêm dagir kirine, rûbirûyî tundî û binpêkirinan, li ser destê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ne, maye.
Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) pêşwazî li biryara Amerîkî ya sizakirina du mîlîşyayên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê, kir.
Sîyaseta tirkîkirinê li bakur rojavayê Sûrîyê her ku diçe firehtir dibe, ku piştî deverên Kurdan wek Efrînê, êdî li ser Ereb û herêmên wan li gundewarên bakur û rojhilata Helebê jî, ev sîyaset pirtir pêk tê.
Çend demjimêr bi ser biryara serokê Sûrî Beşar el-Esad ya bilindkirina mûçeyan re hîn derbaz nebûbûn, ku dirava Sûrî (lîre) nizimtir bû û rekoreke nû ji daketinê şikand.
Amerîka di vê dema dawî hêzên zêde dişîne rojhilata navîn, ku bi hezaran leşker herwiha gemî û balafirên şer yên pêşketî li bingehên xwe li herêmê belav dike.
Sivikkirina Amerîka ji toleyên li ser Sûrîyê re, ku 6 meh berê di dema erdheja wêranker de hatibû ragihandin, nehate dirêj kirin.
Bi helkefta Hefteya Cîhanî ya Şîrmijandina Xwezayî, Desteya Karûbarên Civakî bi hevkarîya Desteya Tenduristîyê yên Rêvebirîya Xweser, kempeyneke hişyarîyê li penageha Şehba jibo jinên Efrînî yên derbider, pêk tîne.
Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) roja Sêşemê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re bîlançoya çalakîyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û komên çekdar di meha Tîrmehê de pêk anîne, ragihand.
Pêvajoya asayîkirina peywendîyên rejîma Sûrî bi welatên Ereb û Tirkîyê re, ku çend meh berê gav avêtibûn, di vê dema dawî de giran bûye.
Ji zehmetîyên ku derbiderên Efrînî di werza havînê de dibînin, nebûna ektirîkê ye herwiha nebûna sarincan, loma di hilanîna xwarinê de astengîyan dikşînin ku ji ber germê tirş dibît û nexweşî zêde derdikevin.
Pêla koçberîyê li herêmên Kurdan, li Bakur û Rojhilata Sûrîyê berdewam dike. Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirina Bakur û Rojhilata Sûriyê, îsal 84 koçberên Kurdên Sûrîyê binav bûne. Tê zanîn ku piranîya van koçberan ji bajarê Kobanê ne.
Çalakvan dîyar dikin ku venekirina dergehê Til Koçer û negihiştina alîkariyên mirovî jibo bakur û rojhilatê Sûrîyê, bandoreke neyînî li rewşa mirovî li kampan herwiha li jîyana 4 milyon rûniştvanên herêmê, dike.
Hersal û di her cejnê de, Kurdên Sûriyê serdana goristanên cangorîyan dikin û cejna wan pîroz dikin. Sibaya Çarşemê roja yekê ya cejna qurbanê, li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî herwiha li bajarê Kobanê, welatî çûne serdana goristanan.
Pirtir bar ke