Hêjayî bi bîr xistinê ye ku nêzê 150 hezar kes li herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê dijîn, piranîya wan derbiderên Efrînî ne, ku ji 2018an de piştî êrîşa Tirkî ser Efrînê neçarî koçberîyê bûbûn.
Jiber êrîş û topbarana artêşa Tirk bi ser herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê , sivîlên li deverê ku piranî derbiderên Efrînê ne. dibin qurbanî
Hunermendê Efrînî Ciwan Hesen ku li penageha Şehba derbider e, di çend salên borî de gelek berhemên hunerî çêkirine, ji awaz, helbest û stranan, di berhemên wî de hezkirina welat û girêdana bi axê re balkêş û berçav e.
Jinên Efrînî yên ku li Şehba dimînin gefên Tirkîyê bi xwepêşandaneke girseyî protesto kirin
Dorpêç û rewşa aborî ya aloz, zor û zehmetîyên jîyana derbiderên Efrînî li penageha Şehba zêde kirine. Silêman zarokekî 14 salî ye, tevî malbata xwe ya derbider li kampê dijî, jibo alîkarîya malbata xwe kar dike, da ku nanê rojane peyda bikin.
Gef û hewldanên Tirkîyê jibo pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî bakurê Sûrîyê ji du mehan û vir ve berdewam in.
Navenda Efrîn û Şehbayê ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û partîyên sîyasî yên herêma Efrînê derbara gefên leşkerî yên Tirkîyê de, daxuyanîyek dan bîragiştî.
Balefireke bêmirov ya Amerîkî doh li nahîya Cindirêsê ya Efrînê serkirdeyekî rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst kire armanc.
Rêvebirîya Xweser ya herêma Efrînê derbara êrîşên Tirkîyê de û gefxwarina operasyoneke leşkerî li dijî deverên Şehbayê, daxuyanîyek da bîragiştî.
Di vê raporta taybet de wênesaz Bêrîvan Hamûş qala berhemên xwe dike û dibêje ku ew di tabloyên xwe de hêstên xwe xêz dike
Di demên dawî de nexweşîya leşmanya di nava derbiderên Efrînî de belav dibe û ew jî cîhê tirsî ye
Di 20'ê Hezîranê ya Roja Cîhanî ya Penaberan de hêvîya derbiderbên Efrînê veger e, ku li vê derê yan penageha Şehba zarok dûr ji cîh û warê xwe mezin dibin herwiha dêbav jî li bendemayîna vegerê xweragir in, lê derengmayîn û kelemên pêş vê yekê êdî çaverêbûna westandîye.
Pêşhate û geşedanên leşkerî yên balkêş li Efrînê diqewimin, çavkanîyên meydanî ji hindurê herêmê ragihandin ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) anku Cebhet El-Nusra, ku baskê Al-qayîdê ye, li Sûrîyê, derbazherêmê bûye û nêzîk navenda bajarê Efrînê bûye.
Derbiderên Efrînî ser gefên Tirkîyê yên ku ewê operasyoneke nû ya leşkerî li ser bakurê Sûrîyê pêk bînê û bi taybet li dijî Minbic û Til Rifetê, nerazîbûnên xwe dîyar dikin.
Pirtir bar ke