Xwendekarên Zanîngeha Kobanê tezên xwe yên derçûnê li ser dîrok, çand û folklora herêma Kobanê pêşkêş dikin. Xwendekara bi navê Necah Îbrahîm çar salên xwe bi dawî dike û li ser dengbêjên jin yên Kobanî teza derçûna xwe ya ji zanîngehê pêşkêş dike.
Eymen zarokek 13 salî ye, di jiyek biçûk de dibe evîndarê lîstina futbolê û 4 sal in bi şêweke çalak futbolê dilîze û dixwaze bibe lîstkvanek navdar bigihîje asta cîhanî.
Rêmaf Beyrî keça 16 salî berî 6 salan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê tev li koma dîlana Kurdî bûye. Piştî ku wê di warê dîlan û govenda Kurdî de pêş xist, niha hewil dide ku zarokan hînî govendê bike.