Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê Kongireya xwe pêkanî û hevserok û desteyek nû ji bo rêveberiya Komelê hat hilbijartin, jin rolek karîger têde dilîzin û armanca Komelê giringîdan bi wêje û zimanê Kurdî ye.
Jimareke Amedî ser têkçûna HDP'ê ya di hilbijartinê de û biryara destberdana Demîrtaş ya ji sîyasetê nêrînên xwe parve dikin.
Piştî encamên hilbijartinên Tirkiyê hatin ragihandin û partiya HDPê ya nêzî kurdan di wan hilbijartinan de dengên xwe kêm kirin, ev bo sedema derkatina reaksyonên cûda yên gel û hin berpirsên HDPê yên berê û yên niha.
Dema ku li Tirkiyê roja Yekşemê 28ê Gulanê gera duyan ya hilbijartinê pêk tê, berpirsên Partiya Çep ya Kesk xwe amade dikin û behsa sedemên ku çima dengên wan kêm bûne şirove dikin.
Ogan û Tifaqa Ata dê roja Duşemê biryara xwe eşkere dikin bê ka di 28ê Gulanê de ewê berê dengdêrên xwe bidin ber bi kîjan namzedî ve.
Mihemed Kiziltepe Miuxtarê Taxa Şêx Şamîl li Amedê behsa rewşa xiraba ya aborîya taxê Şêx Şamîl li Amedê û bandora wê li ser hilbijartinan dike.
Iro nêzî 60 mîlyon dengderên Tirkiyê yên ku mafê dengdanê heyî bo hilbijartina Serokomar û parlementoyê çûn sersindogan. Li navendeke bajarê Amedê apê Maaz Tanrikulu li qadê hilbijartin sema kir.
Hejmarek ji dengderên bajarê Amed/Diyarbekirê bo kameraya Dengê Amerîka axivîn û ramanên xwe yên derbarê dengdan û hilbijartinan anîn ziman.
15ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye. Lê îsal ev roj rastê hilbijartinê tê. MEDDER, HDP, Tev gera Jinan, û Partîya Çep a Kesk li nivîsgeha jinan ya Partîya Çep a Kesk kom bûn, daxuyanîyek dan. Namzedên jin ên parlamenteriyê jî beşdar bûn.
HAK-PAR ku beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibe li Tirkiyê, li bajarê Amedê bernama xwe ya hilbijartinê û danansîna berbijaran di preskonferansekê de ragihand.
Berbijarê Serokomariya Tirkiyê yê Tifaqa Netew Kemal Kilişdaroglu ku ji koka xwe Elewî ye û xelkê Dêrsimê ye ji malbata pîrên Elewîyan e. Xelkê Dêrsimê û dengderên Elewî li Tirkiyê ji berbijariya Kiliçdaroglu Kêfxweşin.
Li Dêrsimê piştî bidawîbûna serhildana Seyîd Reza ya sala 1937ê, desthilata Tirkiyê ya wî serdemî di navbera sala 1937 -1939ê komkujî li dijî gelê Kurd û aligirên Seyîd Reza pêkanîn, zêdetirî 13,000 kes hatbûn kuştin. Xecîcan Farqîn ji navenda Dêrsimê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Bi sedan endamên Sendîkayên Karker Û kedkaran li bajarê Amed-Diyarbekirê li 'Deriyê Çiyê' kom bûn û xwestin roja cîhanî ya karkeran pîroz bikin, lê polîsan rê neda sazî û sendîkayan bi azadî çalakiyê encam bidin.
Alîgirên HUDA-PAR'ê li Amed-Diyarbekirê di çarçova kampeyna hilbijartinan de mîtînek li dar xist, Serokê wê Partiyê û Berbijarê AKP'ê li Stenbolê Zekeriya Yapicioglu axiftinek kir.
Herêma Cizîrê û Şirnexê ku pirraniya xwecihên wan welatiyên Kurd in, di dema şerê xendekan de gelek zirar dîtbûn, partiyên siyasî di kampeynên hilbijartinê de hewil didin ku dengderan bi aliyê xw de bikişînin.
Nûçegîhana me Xecîcan Farqîn ji bajarê Şirnexê radigihîne ku xebatên hilbijartinê li wê derê çawa didomin
Bajarê Semsûr di erdhejên 6'ê Sîbatê de zîyanên mezin dîtibûn û bi hezaran rûniştvanên xwe hinda kiribûn. Semsûr di nava xemgînîyê de, bi awayekî çilmisî dikeve hilbijartinan.
Pirtir bar ke